Li ser pirsgirêkên di navbera ENKSê û TevDemê..

Mahmûd Kilinc

Pirsgirêkên di navbera TevDem û ENKSê da, ji roja ewil va rayagiştîya Kurd nîgeran dike.

Carina hêvîya çareserkirinê rû dabe jî, vê rewşê dirêj neajot, him ENKSê û him jî TevDemê li ser angaştên xwe bi israr sekinin, îro jî weha ye.

Heçkû, paşerojek serketî û ronahî, taybetî di encama yekrêzî û piştevaniyê hêzên siyasî da têt avakirin, dîrokê bi hezaran car ev selmandiye.

Heta îro, li ser pirsgirêkên di navbera ENKS û TevDem’ê da, bi amancê çareserkirinê gellek navbenkarî hat kirin, gellek pêşnîyazî hatin kirin û herweha, di destpêkê da bi navê Konseya Bilinda Kurd saziyek hat damezrandin, lê mixabin nemeşîya, saziyê peywira xwe neanî bi cî.

Paşê, sê rêkevtin hatin îmza kirin, lê wekî KBK mixabin ti ji vana bi serneketin, hêj îro jî, di navbera herdu helan da peywendiyên nexweş didomin.

Damezrandina KBK ramanek baş bû, ji her hêlekê pênc kes, bi vî avayî sazî bi deh kesan hatibû tanzim kirin, amanc ev bû ku him bi eskerî û him jî di hela civakî, aborî û dîplomatîk da rêveberek hevpar bihata damezrandin.

Lê belê bi serneket, piştê demekê belav bû, herdu helan hevûdin tawanbar kirin.

Paşê du caran li Hewlêr’ê û carekê jî li Duhokê bi ked û alîkarîya serokê Kurdistan’ê birêz Mesut Barzanî herduhêl lihev civîyan û sê rêkevtin îmza kirin; Hewlêr I nemeşî, paşê Hewlêr II ew jî nemeşî û vêcarê Rêkevtina Duhok’ê îmza kirin, mixabin her sê jî nemaşîyan.

Gellek kesan jî ked dan, navbenkarî kirin, lê mixabin ti jî bi sernetin.

Heçku, em dizanin ku di çanda Kurdî da eger kes an grupek navbenkariyê bike, çêûxerab lihevkirinek dibe, nexweşîyên di navberê da temamen ranebin jî, gellek sivik dibin, rewş, ji dewsa nexweşiyê û pevçûnê, hevûdin êşandinê dikeve astek bi hev ra jîyanê.

Ev jî nebû, rêveberî di destê TevDem’ê da ye, gellek kadiroyên ENKSê ku pirranîya wana welatparêzên navsalin hatin girtin, bi mehan di girtîgehan da man, yên ku hatin berdan dibêjin, “ ew nizanin çima hatine girtin û çima hatin berdan, kî ne yên ku biryarê dide jî nizanin?”

Mixabin nebû, weha dixuye ku “çanda modern” weha ye!, eger çanda demokrasiye û tirûşa (tehamûl) rikeberiyê nebe, encamek nekamilî dertê holê.

Mîna gellek kesan min jî nivisîbû, ku eger kêşeya di navbera herdu helan da bêt çareser kirin, ev, dê kelecanîya bi giştî ya civaka Kurd bilind bike.

Encamên vê, him pevkirin û pevgerîna civakê fireh û bilintir dibe, him jî alîkarî û xwebexşîya civakê dibe, ku di dema şerê man û nemanê da gellekî girîng e.

Çendin car birêz Barzanî got, ku “eger yekrêzîya xwe pêkbînin, ew amedeye her çûre alîkariyê bike.”

Ev derfetek pirr giranbûha bû, lê mixabin layên pirsgirêkê nedîtin.

Bêşik, him rayagiştîya Kurdistan’ê û him jî hêzên peywendîdar yên navneteweyî sedemên vê dizanin û helwesta herdu hêlan bi nêzik va dişopînin.

Îro şer heye, divê DAEŞ  bêt têk birin, taybetî ev bona Cîhanê Rojava gellekî girîng e, jixwe gellek caran me peyamên weha ji hinek berpirsyarên hêzên navdewletî û dewletên Rojava jî bihîst.

Ango, “têk birina DAEŞê, ji yekrêzîya Kurdan pêştatir e, di şerê li dijî DAEŞê da hemahengîyek pêk hatiye, divê ev xera nebe!”, xala sereke ya Hêzên Hevpeyman ev e.

Bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera TevDem û ENKSê da gellek pirs dê bihatana yekalî kirin.

Ya herê girîng çî girtina di civînên bi mebesta çareserkirina qeyrana Suriye’yê ye, ku li Cenêvê û Astana hatin/ dê bên civandin.

Ji ber zexta Tirkîyê TevDem, an PYD nikane di civînan da cî bigre, ENKSê cî digre, lê hêzên di civînê da realîteya ser erdê dizanin.

Bona paşeroja rojavayê Kurdistanê, kî/kê dikane giringîya yekrêzîya TevDem û ENKSê di van civînan da nebine?

Çima, serketinên eskerî bi karûbarekî dîplomatîk naye xemilandin?

Bi bawerîya min, divê em bi aqlekî rasyonel bifikirin, rastîya hêzên siyasî û eskerî zanibin.

Pirr vekirî hat dîtin ku rêkevtinên heta îro nemeşîyan û nameşin.

Du pirsên sereke hene; yek pirsa siyasî, ya din eskerî ye.

Li herêmê şerekî giran heye, bi hezaran law û keçen Kurd di umre xwe yê herê xweş da, di gencinîya xwe da şehit ketin, şehit dikevin.

Dilê me, him bona YPGê û him jî bona Pêşmergeyan, Pêşmergeyên Roj wekî hev lêdide.

Pirsa siyasî, îtiraf nekirina ENKSê bi rêveberîya TevDemê ye.

Ji dest vê hemû civak di rewşek awerte da ye û bi sed hezaran kes koçber bûn, liser rêyên koçberî mirin, an venagerin Rojava, herweha calakî û aksîyonên ENKSê tên qedexe kirin, carina hêzên aşayîşê dest bi tûndiyê dikin.

Bi ya min divê ENKSê dev ji vê siyaseta xwe berde, îtirafê bi rêveberîya TevDemê bike û hewla têkoşînek demokratik bide, wekî rikeberî (muxalefet) dest bi siyasetek demokratik bike.

Gavek weha dê TevDemê rûbirûyî berpirsyarîya dîrokî bihêle. 

Bêşik divê rêveberîya TevDemê jî rêz li rikeberîyek demokratik bigre.  

Eger ENKS ji paşeroja xwe bawer e, ew dikane di dikoşîna xwe da bi serkeve, divê rayedarên ENKSê zanibin ku tayagiştîya Kurd ligel siyasetek welatparêz e.

A din, eskerîya neçarî ye.

Bêşik, şehîdbûna law û keçên me, me tûşî êşek bêhempa dike, lê li hêlekê ev bedelên azadîya welatekî ne.

Gellek rexne hene derbarê siyaseta TevDemê da, lê divê em bi projeksîyonek dûr bifikirin, jîyana netewean ne wekî umre kesekî kurt e.

Bawerîya min tam e, dereng an zûtirkê, rojekê dîrok carek din dê vegere ser xeta xwe ya rasyonel.

Bi bawerîya min, derbarê eskerîya neçar da rikberîya ENKSê ne di cî da ye, heta ev dike ku parek kes ji ber eskerîya neçar xwe bidin hêlekê.

Eger herdûhêl jidil bin, pirsa Pêşmergeyên Roj dê bêt çareser kirin.

Bêşik, pêdivîya rêkevtinekê heye, eger Pêşmergeyên Roj telve hêzên YPGê bibin.

Çima “fermandarîyek hevpar” neye damezrandin, hemû hêzên YPGê û Pêşmergeyên Roj nekevin bin banê wê?

Çima, Pêşmergeyên Roj di nav Fermandarîya Nû da wekî beşekê neyên temsil kirin?

Bi bawerîya min bona ENKSê rikberîyek demokratik ji têkoşînek eskerî pêwîstir e, divê demek dûr û dirêj bide ber çavên xwe.

Doza welêt, doza neteweyî bere her tiştî ye.

Ewil welat û azadî, paşê…

19.02.2017/Dusseldorf