Li ser pêşeroja Kurdistana Rojava (1)

Ednan Bedreddîn

 

Berê Kurdistana Rojava bi kû ve ye? Gelo ew, weke ku berpirsên rêveberiya xweser dibêjin, dê bibe xwediyê pênaseyeka navdewletî, an jî, bervajî vê yekê, siyaseta heman rêveberiya "de facto" ya ku ji aliyê alîgirên Abdullah Ocelan ve bi destê zorê û bi hemahengî li gel desthilata Beşar Esed ve hatiye damezrandin, dê Kurdistana Rojava bi temamî ji kurdên wê vale bike û di ancamê de dê wê bike "welatekî bê gel"? Gelo ferzendeka real heya ku "xweserî", yan jî "federasiyon" a "Rojava" bibe xwediyê statuyeka yasayî yan jî na? Pêşeroja "Pêşmergeyên Rojava" çiye? Desthilata Kurdistana Iraqê hîç planeka berçav heye jibo vegera wan jibo nav xaka Kurdistana Suriye, yan ew tenê wan weke "kartekê" bikartîne di rûbirûnên xwe yên siyasî û stratîcî de li hember hêzên kurd, bi taybetî PKK, û dewletên herêmê? Diwaroja Encumena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) dê çibe? "Şiyarbûna" wê ya vê dumahiyê gelo tenê bi sedema rêveberiya çalak ya Ibrahîm Biro û Fesla Yusif e, yan jî nîşana guhertineka stratîcî ye? Ev pirs û rezek pirsên dî babeta vê kurte lêkolînê ne.

Rêveberiya xweser: Projeyeka bê perspektîv

Rêveberiya xweser projeyka hevbeşa PKK û rejîma Esed e. Baş tê zanîna ku ev proje di dema xwe de li Silêmanî ya Kurdistana Iraqê bi alîkariyeka berçav ji nik rêberê YNK û serokê Iraqê yê berê birêz CelalTalabanî hate wajokirin. Li gor vê peymanê  rejîmê razîbûna xwe diyarkir ku hinek dezgehên dewletê yên ne stratîci radestî alîgirên PKK li Kurdistana Suriye yên ku bi navê PYD tên naskirin bike. Di hemberî vê de, Rexistinên PKK dê bi hemahengî li gel dezgehên fermî yên dewletê (ewlakarî, leşker, mêlîsên ereb û xiristiyan) nehêlin ku kurd tu sûdê ji guhertinên ku dihate çaverêkirin li Suriye encam bidin di dema şoreşa gelê vî welatî dijî rejîma Esed ya diktatur û şoven de. Rejîm heta niha jî kontrola hemû dezgehên giring li Kurdistanê dike mina bank, xwendingeh, şaxên zanîngehan li Kurdistanê, zeviyên petrolê, firnên nan, ambarên genim û ceh.

Hemû dezgehên ewlakriyê di Qamişlo û Hesekê, mezintirên bajarên Kurdistana Rojava de, hatin civandin û karê xwe bi awayekî normal dikin. Her weha bi hezaran leşkerên Esed li balefirgeha Qamişlo û derûdora wê hatine bicihkirin.di dema dawî de hijmareka ne kêm ji şervanên Hizbullaha Libnanî, endamên "Feyleqê Qudsê" yê Iranê û ekspertên rusî li bajarên Kurdistanê tên dîtin. YPG û YPJ tenê du hêzên ji gelek hêzan ku kontrola Kurdistana Rojava dikin. Rastiya tal eve. Bi baweriya min ev" rêveberî" katiye û tu perspekîva wê tune ye.  

Taybetmendiyên rêveberiya xweser

1- Destura rêveberiya xweser Kurdistana Rojava bi ser sê "kantonan" ve dabeş dike. Ev yekem care di dîrokê de ku Kurdistan bi destê hinek kurdan bi "awayekî fermî" tê dabeş kirin. Min bi xwe tiştekî wisa di dîroka ti gelê dî de jî nedîtiya!

2- Ev rêveberî bi form û naveroka xwe ne kurdî ye. Ew weke desthilateka"demokrat" û mîna "nimûneyekê" jibo Suriye pêşrojê xwe pêşkêş dike.

3. Di navê tu dezgeh yan hêzên wê de gotina kurd nayê dîtin. Ala Kurdistanê ji aliyê rêveberiyeka ku qaşo kurdî ye ne tenê nayê bilind kirin û rêzlêgirtin, lê bilindkirin wê qedex ye?! Serokatiya rêvebriyê di navbera alîgirên PKK og alîgirên rejîmê de dabeş kiriye.

4- Rêveberiya "Rojava" tu rewayiye wê ya destûrî yan cemewer tune ye. Ew ne desthilateka helbijariye, her weha herdû vtîneyên sereke yên her desthileka siyasî li gor yasayên navnetweyî (di nav de desthilata dagîrker) bi cih nayê ne, ango dabînkirina ewlakaryê û pêşkêşkirina xizmetguzariyan jibo xlkê. Rewşa Kurdistana Suriye di jêr vê rêveberiyê de ji hemû aliyên siyasê, civakî û aborî ve gelek xirabe. Ji aliyekî dî ve ew bê alîkariya rejîm û hêzên navneteweyî, bi taybetî hezên hevpeymaniya navnetewî ku Amrîka serkêşiya wê dike, nikare xaka Kurdistanê li dijî êrîşên dereke biparêze.

5- Taybetmendiyeka dî giring a vê rêveberiyê girêdan û hemahengiya wê bi gelek alî û hêzên xwedî berjewndî û acêndayên cuda û heta dijî hev e. Ew di serî de beşek ji PKK û jibo wê jî hemû fermanên xwe ji Qendîlê werdigre. Ji aliyekî dî ve ew pêwîste pabend be bi xalên peymana Silêmanî li gel rejîma Esed. Di hinek herêman de hêzên wê yên leşkerî weke destek ji hêzên amerîkî re, û di hinek hermên dî de bi rusan re alîkarin. Bi ser van hemû tiştan de, ew ji aliyê siyasî ve beşek ji hevpeymaniya straticî ya Rusia, Tehran û Şamê ye. Ev rewş hinek avantajên demkî dide rêveberiyê û PKK bi şewyekî giştî, lê ev peywendiyên hewqas hemereng û bê serûber, dikarin bi guhertina rewşê re, bibin sedemê dubarekrina rewşeka weke ya ku PKK di dawiya salên heştêyan de rûbrûbû û di enacamê de Abdullah Ocelan hate girtin û PKK weke tevger kete nav qeyraneka man û namanê de.