Abuzer Balî Han
Osman Sebrî di salên 1980’yi de ji min re wûsa gotî bû:“Bavê min û Serok Eşîra Mîrdesiyan zû çûyî bû ser dilovaniya xwe! Ez jî li paş mirina bavê xwe deh saliya xwe de sêwî mayî bûm!.. Dayîka min ya ronedî Emîne Xatûn, piştî ku bavê min çû ser dilovaniya xwe, ew bi apê min Şûkrî Axayê Mêrdesiyan re zewicî. Dayîka min bû malbeta apê min ya duwemîn! Apê min yê mezin Şûkrî Axa bi kar û barên Aşîra Mêrdesiyan rêva dibir. Apê min roj bi roj li ser rêvaberiya aşîra me, rêzan û rêdanên wê hînî min dikir!“
Têkoşerê nemir Osman Sebrî li ser destpêka xwendina xwe ya seretayî jî ji min re wûsa berdewam kir:“Di sala 1917 an de mamosteyekî Tirk hatî bû gundê me yê Narînce. Li gel wî mamosteyî min şehadeta destpêkê (îbtîdaî) sitand. Sala dîn min li Kolikê (Kextê) dest bi dibistana navîn (rûştiyê) kir. Ew jî sê salan de min qedand û şehadeta xwe hilgirt. Sala 1922 an mêha payîzê ez hîn 17 salî bûm ku ez zewicandim!.. Ji wê jinê sê kur hatin dinê! Ji wana du kur zû mirin û kurê sêyem yê bi navê „Welato“ dimîne!.. Osman Sebrî bi gotina xwe wûsa berdewam dike:“ Lawê min yê ku bi navê „Welato“ her ku çû ew mezin bû! Welato bi serê xwe di jiyana min de ji min re bû xemûkeser! Ji ber ku ew xortê hêja wek lêheng bi destê pismamên min hate kuştin!..“
Bi devê xwe Oaman Sebrî jiyana xwe wûsa ji min re gotî bû: „Apê min Şûkrî mirovekî jêhatî bû!.. Axayekî Kurdan wekû xwe bû! Di alîyê din de ew zavayê Hecî Bedir Axayê Kolikê bû. Dema Fransizan heya nêzîkî Kolikê bûn, Hecî Bedir Axa bi hezaran siwariyên Kurdan amade kirin û Fransiz ji wê dawerê kirin der!.. Ji bo vê jî ew mirovê xwendin û nivîsandina xwe tuneyî ji sala 1924 an şûnda du dewreyan ew bûyî bû miletwekilê Meletyê!.. Lê wî ne apên min û ne jî axayên Kurd ku alîkariya Şêx Sayîd kirine, ewna ji sêpeyan (îdamê) xelas nekirin!.. Dawî da malbeta Hecî Bedir Axa jî tevî axayên Kurd yên dîn ewna jî hatin sirgûn kirin!“ gotî bû. Welatparêzê hêja vekîlê Kurdan ku di parlamena Tirkiyê de yê berê Dengir Mir Mehmet Fırat ( 8 ê meha Augustê sala 1943 li sirgûnê hatî bû dinê. Ew 11 ê Tîrmehê sala 2019 an li Enqerê jî çûyî bû ser dilovaniya xwe!..
Osman Sebrî her dem giringî dida zimanê Kurdî! ji bo vê ye ku, ji xwendevanên Kurd re di helbesta xwe ya bi navê „Ho Xwendayê Kurd!“ wûsa bangî Kurdan dikir:
Ma zanî çiqas gelê te şaşe?
Ji ber şaşiyê gelek li paşe!
Ji hezar salan ew her bindeste,
Ji ber ku bêvac ramanpereste!..
Wî ramanek nekir çira derê xwe,
Herwekî hefsar êxist serê xwe!
Holê bi serî dihat girêdan,
Dîl û şerpeze di nava cihan!..
Nexwest bi serê xwe ew birame,
Ji lewra heya îro xulame!
Serdarê wî her beg û axa bûn,
Rênasê wî tim şêx û mela bûn!..
Ewbûn peyayên di nav me xwenda,
Wana jî rê li ber me kirine wenda!..
Di aliyê din de Osman Sebrî, xwediyê ew gotinên li jêr hatin nivîsîn e! Ew tû caran ji aliyê Kurdan va nayê ji bîrkirin!..
Seyda Cegerxwîn jî, ev helbesta xwe ya bi navê :
„Ji Osman Sebrî Efendî Re“: dibêje:
Bigorî bim ji bo te ey birayê min tu kanî
Ji dûrî ve te destê xwe di nîv destê min danî
Bi min û te du destên bê çep û rast ey birader
Belê herdu qewî jarin di yek laşê giranî
Me pirsî derdê Kurdmancan ji çerxa etlesa jor
Nezanî bo tevan derde belê lê me xizanî
Belê zêr e belê zêr e belê zêr e belê zêr
Xwedanê wî cîhangêre bela ker bit dixanî
Ji bo me ne eqil fêde dikî ne xwendina pir
Ji bo me ço divêtin da ji tirsan bidne banî
Feke va ye mirim îro ji dinya ez hilat im
Bi gera xwe bi çerxa xwe te daxwaza me nanî
Cegerxwîn im mirim ez çûm ji bo we Sebriyek ma
Erê himberî Kurde welê bê wehya esmanî.
-Cegerxwîn-
Helbesta li ser jiyan û xwesteka dilê xwe ya dawî
bi qelemê xwe Apo Osman Sebrî wûsa aniyê ziman:
„Xwe danînim bo sîtem û zorê,
Bi vê serbilind ez biçim gorê.
Gava bi rûmet çûme goristan,
Hêja ye, bibim lawê Kurdistan!..“
Osman Sebrî
Ji bo ew têkoşerê serbilind û bi rûmet, dû wî re,
ez jî, jê re dibêjim:
Ser bûyîna te re sedûbîst sal bi şahî derbas bû,
Tu bi dengê helbestên xwe heya qatê erşan çû.
Em ji bo te dibêjin, tu her hêja ye li jor asuman,
Îro tu bû, lawê Kurdistan, her bijî Apê Osman!..
A. Balî
Berlin, 8.12.2025