Li ser fermana Serok Barzanî Yekîneya 80 ya Pêşmerge derbasî Wezareta Pêşmerge dibe

.

Yekîneya 80 ya Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbasî nav Wezareta Pêşmerge dibe. 

Li ser fermana Serok Barzanî û di çarçoveya yekxistina hêzên Pêşmerge de, Yekîneya 80 ya Pêşmerge ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbasî nav Wezareta Pêşmerge dibe û bi awayekî kirdarî jî çend gav bi wê arasteyê ve hatine avêtin.

Serokê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Rîvîng Hirorî ku ji Fraksiyona PDKê ye di wê derbarê de ji K24 re got: “Serok Barzanî Yekîneya 80 raspardiye ku amadekariyan bike û xwe bi rêkxistin bike, ta ku di bin fermana Wezareta Pêşmerge de kar bike û hemû fermanên li ser yekîneyên din ên Wezareta Pêşmerge tê cibicîkirin, li ser Yekîneya 80 jî cibicî bibin.”

Herwiha Rîvîng Hirorî got: “Em bi hêvî ne ku Yekîneya 70 ya hêzên Pêşmerge jî heman gavan bavêje, ta ku hemû hêzên Pêşmerge di bin sîberekê de kom bibin û bibin hêzeke yekgirtî û fermanan ji Wezareta Pêşmerge werbigirin.

Yekîneya 80 ya Pêşmerge ser bi PDKê ve ye û Yekîneya 70 jî ser bi Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de ye û hejmara wan di ser 100 hezar Pêşmergeyî re ne, niha hewla wê yekê tê kirin ku ew her du yekîne di bin fermana Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de kar bikin.Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê jî hewlên wê di proseyê de hene.

Niha ewê maye ew e, YNKê jî Yekîneya 70 ya hêzên Pêşmerge gavan bavêje ji bo ew jî di bin fermana Wezareta Pêşmerge de kar bike. Di wê derbarê de endamê Komîteya Pêşmerge di Parlamentoya Kurdistanê de Balanbo Mihemed ê ji Fraksiyona YNKê ji K24ê re ragihand, gavên ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge hene û destpêkê divê baweriyê vegerînin.

Wezareta Pêşmerge di çarçoveya Yasaya Çaksaziyê de, bi riya 39 xalan çaksaziyê di wezaret û yekîneyên 80 û 70 de dike.

K24

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin