Li ser daxwaza xelkê kampa Şariya rêveberê kampê ji kar hat dûrxistin

.

 Li kampa Şariya ku penaberên Kurd ên Êzîdî dimînin, do şewateke mezin derket, 370 çadir şewitîn û ziyaneke mezin a maddî çêbû. Piştî bûyerê, rêveberê kampa Şariya Serdar Yunis, ji kar hat dûrxistin.

Sekreterê Rojnamevaniya Parêzgeha Duhokê bi daxuyaniyekê ragihand: “Li ser daxwaza xelkê kampa Şariya, rêveberê kampê ji kar hatiye dûrxistin.”

Li gor daxuyaniyê: “Rêveberê Kampa Kebertû-2 bi şêweyekî demkî dibe rêveberê Kampa Şariya.”


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye