Li ser çavdêriya bernameya atomê ya Îranê, rêkeftin pêk hat

.

Îran û Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê li ser zanyariyên çavdêrîkirina programa etomê ya Îranê ku bên parastin û çavdêrî berdewam be, gihiştin rêkeftinê

Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê ya Cîhanî Rafael Grossi serdana Îranê kir û li gel Rêveberê Saziya Enerjiya Etomê ya Îranê Muhammed Îslamî civiya.

Piştî wê civînê daxuyaniyeke hevbeş hat belavkirin û hat eşkerekirin ku herdu alî li ser berdewamiya çavdêriya bernameya etomê ya Îranê gihiştine rêkeftinê.

Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê piştî ku serdana Îranê kir di konferanseke rojnamevanî de ragihand, geşta wî kurt bû lê avaker bû.

Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî Rafael Grossi ragihand, ew li gel Îranê rêkeftine ku zanyariyên çavdêrîkirina programa etomê ya Îranê bên parastin û çavdêrî berdewam be.

Nûnerê Ewropa di danûstandinên Viyenna de Enrîkê Mora jî ragihand: Ew rêkeftin pêngaveke erênî ye ji bo çavdêriya programa etomî ya Îranê û berdewamiya danûstandinan.

Herweha Nûnerê Rûsya di Komîsyona Rêkeftina Etomê de Mîxayîl Olyanov di twittekê de ragihand, ew jî li gel Ewropa hevnerîn e, hêvî dike ku di demeke zû de hemû aliyên danûstandinan li Viyenna bibîne.

Rêveberê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomê ya Cîhanî Rafael Grossi, got, “Em vegeriyan ji geşta xwe ya kin û serkeftî, ez bawer im ku wê bihêle ev prose li ser rêya baş berdewam be û bibe alîkar me nêzîk bike ji bo çareserkirina çend pirsgirêkên giring, ku divê bên çareserkirin.”

Rafael Grossi diyar jî kir, “Tiştê ku bo min cihê dilgiraniyê bû dema ez çûm Îranê, qutbûna peywendiyan li gel Îranê bo demeke dirêj bû, ku tiştekî nayê qebûlkirin, li gel hebûna gelek pirsgirêkên giring ku divê bên çaraserkirin û ez bawer im ev yek hat çareserkirin.”

Li aliyê din Rêveberê Saziya Enerjiya Etomê ya Îranê Muhammed Îslamî jî tekezî li ser wê kir ku wan hevdîtinên erênî pêk anîn û got, Grossî dê di demeke nêzîk de careke din serdana Îranê bike û tekez kir ku wan biryar da danûstandinan berdewam bikin.

Rûdaw

Rojhilta Navîn Haberleri

Tirkiye | Di meha dawî de 16 hezar Sûriyeyî hatin dersînorkirin
Parlementoya Ewrûpayê ‘qanûna li hemberê şiddeta ser jinê’ qebûl kir
Baregeha Heşdî Şebiyê hatibû bombebarankirin: CENTCOMê daxuyanî da
Îran piştî Jîna Emîniyê dîsa qedexeyê tund dike
Pentagon Em daxwaz ji Kongressê dikin bûdceya sîstema berevaniya asmanî ji Herêma Kurdistanê re pesend bike