Li Şengalê dîsa goreke komî hate dîtin

Hat ragihandin ku li Şingalê goreke komî yê aîdî dewra rêxistina terorîst a DAIŞê din hat dîtin. Tevî vê gora dawî heta niha 79 gorên komî derketin holê.

Li gor daxuyaniya lêkolînerê êzdî Dawid Mirad Xetarî, di navbera gundê Rizka û Cedalê yê li bajarokê Gir Izêrêya girêdayî Şingalê de goreke komî ya aîdî dema rêxistina terorîst a DAIŞê hat dîtin.

Dawid Mirad Xetarî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji ber ku lêkolîn bi dawî nebûne em nizanin bê cesede çend kesan div ê gora komî de ye. Tevlî ya dawî heta niha 79 gorên komî hatin dîtin."

Rêxistina terorîst a DAIŞê di Tebaxa 2014an de êrişî herêma Şingalê kiribû û piraniya wan xelkên êzdî gelek sivîl qetil kiribûn û bi hezaran jî revandibûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin