Li Şengalê bermayên cesedên 11 Êzidîyan hat dîtin

.

Li navçeya Şingalê rûfat ango parçeyên hestî yên 11 kesan ku piraniya wan jin û zarok in hat dîtin. Rûfatên ku tê pêşbînîkirin yên Kurdên Êzidî ne û ji aliyên çekdarên DAIŞê ve hatine kuştin, ji bo testa DNAyê bo Bexdayê hatin şandin.

Rûfatên ku ji aliyên Rêveberiya Polîsê Şingalê ve bi hemahengî li gel beşa pizîşkî ya dadweriyê li parêzgeha Mûsilê li deverên cuda yên Şingalê dîtin,  ji bo lêkolîna DNAyê şandin Bexdayê.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrê Rûdawê bi dest xistin piraniya jin û zarok in.

Her çendî nasnameyên wan hêj bi temamî nehate zanîn jî, lê tê pêşbînîkirin ku  ew beşek ji gorên komî bin ku DAIŞê tebaxa 2014an piştî dagirkirina Şengalê kuştibin.

Heta niha li Şengalê 85 gorên komî hatine dîtin. Di Sibata îsal de cenazeyên 104 Kurdên Êzidî piştî lêkolîna Bexdayê, bi merasîmeke fermî û berfireh li gundê Koço yê Şingalê hatin veşartin.

 Di êrîşa çekdarên DAIŞê de gelek kesên ji gundê Koço hatin kuştin û revandin. Testên DNAyê hatine kirin ku hemû weke niştecihên gundên Koçon tên naskirin, lê li cihên cuda di gorên komî de hatine dîtin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn