Li Şemzînanê agir bi daristanê ket

.

 Li  navçeya Şemzînanê ser bi Colemêrga Bakurê Kurdistanê şeva borî agir bi daristanê ket.

Li gor agahiyan doh di demjêmêrên êvarî de agir bi daristanên çiyayê Gomanê ser bi gundê Nêrkolayê yê navçeya Şemzînanê ket û heta niha ti midaxele nehatiye kirin û her diçe berbelav dibe. Tê gotin ku belavbûna agir, gundên derdorê jî xistiye metirsiyê.

Serokê Yekîtiya Odeya Bazirganî û Pîşekariyê Muharrem Tekin li ser hesabê xwe yê medya civakî bang li Şaredariya Şemzînanê û Rêveberiya Çandinî û Daristanan kir ku agir vemirînin.

Di banga xwe de Muharrem Tekin dibêje: “Li Şemzînanê daristanên me dişewitin. Di dema dawî de me dît ku ji ber agirê daristanan karesatên çawa qewimîn. Hemû kesan hewl da ku ew agir bên vemirandin. Em hêvî dikin heman hestiyarî bo vir jî bê nîşandan. Divê bi lez midaxeleya agir bê kirin.”

Herwiha Parlamenterê Colemêrgê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sait Dede jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê bang li aliyên peywendîdar kir ku bilez midexelaya agir bikin û got, li hemberî agirê daristanan bêdeng namînin.

Ev demeke li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê agirên daristanan zêde bûne û di encam de zerareke zêde çêdibe. Ji  ber dereng an jî midaxelenekirina agirên daristanan zerar qat bi qat zêdetir dibin.

Kurdistan Haberleri

Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê ji sedî 70yê baregehên xwe vala kirine
Husên Qaidî: Me 1090 Êzidiyên rizgarkirî ji bo çareseriyê şandin Almanyayê
Kî zarokan bîne dê deynên wan werin efûkirin
Şêxê Durziyan: Kurd li Sûriyê 10 milyon in, em federaliyê dixwazin
Ji Serok Barzanî peyama pîrozbahiyê bo salvegera Binkeya Laleşê