Li Şemzînanê 4 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin

ûyer li devera Mendî ya nêzîkî Şemzînanê, ya 70 k.m nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê hatiye encamdan

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, îro danê nîvro dema karweneke leşkerî ya artêşa Tirkiyê derbas dibû, rastî êrîşekê hat û di encamê de 4 leşkerê Tirkiyê hatin kuştin û 6 leşkerên din jî birîndar bûn.

Bûyer li devera Mendî ya nêzîkî Şemzînanê, ya 70 k.m nêzîkî sînorê Başûrê Kurdistanê hatiye encamdan. Herwiha hat ragihandin ku gerîlayên PKKê piraniya kolanên wê deverê mayîn çandine.  

Piştî bûyerê, bi alîkariya hêzên esmanî operesyonên berfereh li deverê dest pê kirin

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin