Li Semsûrê dayîka 3 zarokan xwe kuşt

.

 Li navçêya Bêsnî ya Semsûra Bakurê Kurdistanê dayîka 3 zarokan Hemîde G, xwe bi ben bi dara li nav baxçeyê mala xwe daleqand û dawî li jiyana xwe anî.

Li gorî zanyariyan li qezaya Hewêdî ya bi ser Bêsniyê, jineke bi navê Hemîde G. Ku dayîka 3 zarokan e , xwe bi ben bi dara li nav baxçeyê mala xwe daleqand.

Gava xizmên Hemîde G.yê tên malê û wê bi darê ve daleqandî dibînîn, agahiya cenderme û tîmên tendirustiyê pê dixin.

Dema ku tîmên tendirustiyê digihijên cihê bûyêrê tê xuyakirin ku Hemîde G. jiyana xwe ji dest daye.

Piştî lêkolînê termê Hemîde G. ji bo otopsiyê radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Bêsniyê.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê