Li Semsûrê 166 mal, li Mêrdînê jî 2 tax hatin kerentînekirin

.

Li herdu parêzgehên Semsûr û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê di çarçoveya tedbîrên Covid-19ê de 166 mal û du tax hatin kerentînekirin. Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Coronayê biryara kerentînkirina hinek navçeyên du parêzgehan hat dayîn.

Li hinek taxên parêzgeha Semsûrê di çarçoveya tedbîrîn vîrûsa Coronayê de li 166 malan kerentîna hat destpêkirin. Li gor daxuyaniya nivîskî ya Parêzgariya Semsûrê, li navenda bajêr piştî testa hinek welatiyan pozîtîv derketiye, Desteya Tendirustî ya Bajêr biryarên nû dane. Li gor biryarê, li taxên cuda 166 mal hatin kerentînekirin.

Li navçeya Kerboranê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve jî di çarçoveya tedbîrên Coronayê de 2 tax hatin kerentînekirin. Li gor Desteya Tendirustî ya Kerboranê, biryara kerentînayê bi armanca rêgirtin li zêde belavbûna vîrûsê û parastina mesafeya civakî hatiye wergirtin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hêzên ewlekariyê ketin û derketina ji herdu gundên Dîvan (Sumer) û Xelîlan ên Kerboranê qedexe kirine.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin