Li Selahedînê 21 çekdarên DAIŞê ji ber teqîna otomobîlekê hatin kuştin  

.

Li devera Samera ya Iraqê, gelek çekdarên DAIŞê ji ber otomobîla bombekirî bi wan de teqiya, hatin kuştin.

Li gor fermandeyê operasyonan li bajarokê Samera li parêzgeha Selahedîn ya Iraqê Cebar Deracî diyar kiriye, terorîstên DAIŞê dixwestin otomobîleke bombekirî bi rêbendeka hêzên polîs de biteqîne, lê dema ew terorîstê ku otomobîlê dajo, xatirê ji terorîstên din dixwaze, otomobîl diteqe.

Herwiha fermandeyê artêşa Iraqê daye zanîn, di wê teqînê de herî kêm 21 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye