Li Ruhayê qedexe heta 15 rojên din hat dirêjkirin

.

 Walîtiya Ruhayê ya Bakurê Kurdistanê qedexeya hemû corên çalakiyan li parêzgehê bo dema 15 rojên din dirêj kir û sedem jî bi parastina tendirûstiya giştî ve girê da.

Daxuyaniya Walîtiya Ruhayê li ser rasperdeya Wezîrê Tendirûstî yê Tirkiyê hatiye ji ber zêdebûna hejmara kesên bi vîrûsa Coronayê dikevin.

Qedexe sibe Yekşemê 28ê Adarê destpê dike û heta 11ê Nîsana 2021ê berdewam dibe.

Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Ruhayê ve hatiye belavkirin, ji roja Yekşemê 28ê Adarê heta 11ê Nîsana îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku armanca qedexeyê parastina tendirûstiya giştî ye ji ber vîrûsa Coronayê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye