Li Rojhilatê, ji ber kuştina kolberan banga grevê hat kirin

Hejmarek ji çalakvanên bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, ji xelkê wî bajarî xwastine, ku îro Sêşembiyê weke nerazîbûna li hember kuştina kolberên Kurd bikevin girevgirtinê û dikan û bazaran venekin.

Di nava bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek bi navê Ciwanên Niştimanperwer hatiye belavkirin, ku têde hatiye gotin, di heftiya derbasbûyî de, li sînorên Rojhilatê Kurdistanê 12 kolberan jiyana xwe ji dest dane, ku 3 ji wna kolberên tenê li navçeyên bajarê Ban bûne.

 

Banga wan çalakvanan ji bo protestokirina kuştina kolberan bi destê hêzên ewlekariyê yên Îranê ye.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin, hikûmeta Îranê bêyî ku derfeta kar peyda bike, karê kolberiyê qedexe kiriye û hêzên Îranê bi hinceta rûbirûbûna qaçaxiyê, rojane teqe li kolberan dikin.

 

Ciwanên Niştimanperwer daxwazê li xelkê dike, weke nerazînûna li hember kuştina kolberan û weke nîşandana şîna giştî, roja Sêşembiyê (îro) dukan û bazar neyên vekirin.

 

Berê jî piştî xwepêşandan û grevê li bajarê Bane, berpirsên hikûmetê soza çareseriyê dabûn, lê heta niha ew soz cîbicî nekirine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin