Li Rojhilata Kurdistanê mînek teqiya; 2 kes birîndar bûn

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama teqîna mînekê de du welatiyên Kurd birîndar bûn. Herdu welatiyê birîndar jibo dermankirinê bo Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî ya Baneyê hatine veguhastin.

Li gorî agahiyan, li navçeya Hengejal ku dikeve sînorê bajarê Bane yê ser bi parêzgeha Sine ya Rojhilata Kurdistanê, mînekbi du welatiyên Kurd de teqiyaye û di encamê de herdu kes ji piyên xwe birîndar bûne.

 

Herdu welatiyên birîndar ji bo dermankirinê, bo “Nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî” ya bajarê Baneyê hatine veguhastin û li vê nexweşxaneyê di bin çavdêriya bijîşkî de ne.

 

Çavkaniyên ji Rojhilata Kurdistanê ragihandine, ku navê yek ji welatiyan “Kamiyar Ebdullahî” û temen 30 salî ye û navê kesê din jî “Sefer Rehmenî” û 35 salî ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin