Li Rojhilata Kurdistanê keçek û jinekê xwe kuştin!

Li bajarên Ormiye û Şino yên Rojhilata Kurdistanê, keçek û jinekê xwe kuştin.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw daye zanîn, li bajarê Şino jina bi navê Sebriye Deştî xwe xeniqand.

Li gorî agahiyan, ew jina han ku 28 salî û dayka zarokekî bû, çend roj berê ji kerba hevjînê xwe xwe daliqandibû lê nemiribû.

Sebriya çend roj bûn li nexweşxanê bû lê duh canê xwe ji dest da.

Li aliyekî din, duh li bajarê Ormiyê keçeke kurd ya 11 salî, di hewşa mektebê de derman xwar û xwe kuşt.

Li gorî agahiyên dezgeha Hengaw, wê keça kurd ji ber ku bavê gelekî deyndar bûye, xwe kuştiye.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê