Li Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû hat avakirin

.

i bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê tevgereke siyasî ya nû bi navê “Tevgera Xwebûn” hat damezrandin û serokatiya wê siyasetmedarê Kurd Ebdulbaqî Yûsif dike, ew bi xwe jî kesayetiyeke siyasî ya naskirî ye li Rojavayê Kurdistanê.

Tevgera Xwebûn li bajarê Qamişlo îro Şemiyê 11ê Îlona 2021ê di konferanseke rojnamevanî de damezrandina xwe ragihand.

Li gorî daxuyaniya serkirdeyên tevgerê, ew ne partiyeke siyasî ne, lê pêwendiyên wan di meydana siyasî de berdewam dibin.

Endamên Tevgera Xwebûn dibêjin di vê rewşa aloz û zehmet de li Rojavayê  Kurdistanê, pêdivî bi lihevkirineke aliyên Kurdî heye

Serokê Tevgera Xwebûn Tevgera Xwebûn ji Rûdawê re got: “Ne li ber çavê me ye bibin partiyeke siyasî. Em dixwazin ev tevger guhertineke siyasî û hizrî ava bike di civaka kurdî de. Di vê dema ku xelk dûrî tevgera xwe ya siyasî ketiye ji encama nakokiyên her du  hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê, em kar dikin îradeyeke azad û serbixwe, bibin xwedî biryara xwe, em dixwazin ku pêwendiyên me yên Kurdistanî hebin li ser bingeha rêzgirtina li hev.”

Bi gotina rêvebirên Tevgera Xwebûnê, ew bi mebesta pêşvebirina projeyên siyasî li deverê û serxistina diyalogên heyî di navbera aliyên nakok de dixebite.

Nivîskar diyar dikin ku avakirina çarçoveyên hevawe dinirxînin,di vê  demê de pêdivî ne bi avakirina çarçoveyan heye, lê dirustkirina  diyalogeke siyasî di navbera her du aliyên sereke PYNK û ENKS de heye.

Nivîskar Fehmî Mûrê jî got: “Ev çarçoeveyên ku çêbûne, bandoreke xerab li ser rewşa Kurdî dikin. Di vê rewşê de pêwîst e Kurd bigihêjin hev, yek nerîn û yek dest bin, kengî dema wan nakokiyan hat, karin li wan vegerin û bi hev re çareser bikin.”

Bi mebesta yekrêzkirina aliyên kurdî, çendîn aliyan hewl dan ku destpêşxeriyên navkariyê bi ser bixin, lê di danûstandinên navxweyî ew destpêşxerî bê bandor bûn. Çavdêrên siyasî yên Kurd didin zanîn ku,da ku ew destpêşxerî  herin serî, pêwîstî bi aliyekî garantor heye, herwiha aliyê ku destpêşxeriyê bi hêz be ku bendên rêkeftinê bisepînin li ser her du aliyan.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê