Li Rojavayê Kurdistanê serbazekî Rûsî hat kuştin

.

Li nêzîkê bajarê Serê Kaniyê, mîneke vedayî bi otomobîleke serbazî ya Rûsî de teqiya û di encam de serbazekî Rûsî hat kuştin.

Çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand ku, îro, çarşemê, derdora demjimêr 12:30, li nêzîkî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, mîneke vedayî bi otomobîleke serbazî ya hêzên Rûsyayê de teqiya.

Li gorî heman çavkaniyê, di encama teqînê de, serbazekî Rûsî hate kuştin û 2 serbazên din jî birîndar bûn.

Piştî teqînê, 3ê helîkopterên hêzên Rûsî gihiştin cihê teqînê û serbazên birîndar veguhastin balafirxaneya Qamişlo.

Piştî êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) rêkevtinek li gel Moskow û Şamê encam da bo hêzên xwe li çend navçeyan di bin kontrola şervanên HSDê de belav bikin taybetî jî li wan navçeyên Amerîkayê hêzên xwe jê vekişandibûn.

Herwiha jibilî hêzên Amerîkî, hêzên Rûsî jî li deverên di bin kontrola şervanên HSDê de gerên serbazî encam didin.

Serê Kaniyê ku teqîna dawîn li nêzikî wî bajarî çê bûye, li gel Girê Spî di encama êrişeke berfireh de ketibû destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye