Li Rojavayê Kurdistanê seferberîya temam hat ragihandin

Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, ji ber gefên Tirkîyê û egera destpêkirina êrîşa wî welatî bo ser Rojava, rewşa amadebaşîya giştî ragihand.

Rûdaw

 

Rêveberîya Xweser derbarê pêşhatên herî dawî yên ku li deverê rû didin, û gefên Tirkîyê bo encamdana êrîşeke leşkerî li dijî Rojavayê Kurdistanê, daxuyanîyek nivîskî belav kir.

Di daxuyanîyê de, Rêveberîya Xweser dibêje: “Li hember gefên Tirkîyê û çeteyên Sûrî, em rewşa amadebaşîya giştî bo 3ê rojan radigihînin.”

Rêveberîya Xweser herwiha bang li hemû xelkê herêmên di bin kontrola xwe de û hemû sazîyan dike û dibêje: “Em bang li hemû rêveberî, sazî û gelê xwe bi hemû pêkhateyan dikin ku berê xwe bidin ser sînor.”

Di beşeke din a daxuyanîya xwe de, Rêveberîya Xweser dibêje: “Em bang li gelê xwe li Kurdistan û tevahîya cîhanê dikin, ku bi erkê xwe rabin û dest bi protestokirin û grevan bike.”

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir