Li Rojavayê Kurdistanê ofîsên ENKS û PDK-S rastî êrişê hatin

.

Li bajarê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê kesên nenaskirî ve bi bombeyekê êrişî ser ofîsa ENKSê hat kirin û li ser dîwarên ofîsa PDK-S jî nivîsên tehdîdwarî hatin nivîsandin.

Serokê Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimaniya Kurdî ya li Sûriyê (ENKS) ya li Dirbêsiyê, Omer Emo ji Rûdawê re ragihand,  “îro demijmêr 2:50 xulek serê sibehê grûpeke 3 kesî ku li matorekê siwar bibûn, dergehê ofîsa wan şikandine û bombeyeke destî avêtine nava ofîsê.”

Omer Emo wê êrîşê weke “karekî terorîstî” bi nav dike û dibêje, “ev êrîş xizmeta doza Kurd û diyaloga Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê nake.”

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (PDK-S), Hesen Remzî jî ji Rûdawê re got, serê sibeha îro dergehê Ofîsa partiya wan a li bajarê Dirbêsiyê hatiye şikandin û “nivîsînên xirab ên tehdîdwarî li ser ofîsê hatine nivîsandin.” 

Roja 23ê meha bihorî jî Ofîsa PDK-Sê ya li bajarê Amûdê hatibû şewitandin, PDK-Sê partiya PYDê bi wê yekê tohmetbar kiribû.

Heta niha hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser tu daxuyanî di derbarê êrîşa li ser wan ofîsan de belav nekiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye