Li Rojavayê Kurdistanê mayînek bi 4 zarokan de teqiya

.

Li kantona Şehbayê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve mayînek bi 4 zarokan de teqiya. Her 4 zarok birîdar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, Ibrahîm Şêxo, ji navçeya Şehbayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “bûyer îro danê êvarê li navçeya Ehdas a Şehbayê bûye.”

Ibrahîm Şêxo diyar kir, “di encama teqîna mayînê de, 4 zarokên koçberên Efrînê birîndar bûne.”

Li gor agahiyên ajanseke nêzîkî Rêveberiya Xweser ve, zarokan mayînek dîtine û pê lîstine û ji nişkê ve teqiyaye.

Li gor ajansa Hawar a nêzîkî Rêveberiya Xweser nav û temenê wan zarokan bi vî awayî ye: “Ismet Teter Exres 12 salî, Mihemed Teter Exres 6 salî, Zuhêr Teter Exres 14 salî û Rulaf Mihemed Elî 8 salî.”

Her li gorî Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov li Efrînê, “zarokên birîndar bo Nexweşxaneya Efrînê li bajarokê Fafînê hatin veguhastin, lê ji ber giranbûna birîna zaroka bi navê Rulaf, ew rakirine nexweşxaneya bajarê Helebê.”

Herwiha hatiye gotin, mayîn ji bermahiyên DAIŞê yên salên bihorî bûye.

Koçberên Efrînê li navçeyên Şehbayê gelek caran bûne qurbaniyên teqîna mayînan, ku ji paşmayên çekdarên DAIŞê li wan navçeyan mane.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye