Li Rojavayê Kurdistanê 15 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan

.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 130 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine. 

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand; 130 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 15 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 demjimêrên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.

Dr. Ciwan Mistefa, Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser ragihand; 130 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine, ku ji wan 45 kes li Hesekê, 16 kes li Qamişlo, 5 kes li Dêrikê, 2 kes li Dirbêsiyê, 1 kes li Cil Axa, 28 kes li Reqayê, 29 kes li Dêrezorê û 4 kes li Kampa Rojê ne.

Herwiha hat eşkerekirin ku 15 kesan jiyana xwe ji dest dane û 9 kes jî ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 15963 kesan, ji wan 1629 kes baş bûne û 593 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye