Li Rojava gund li pey gund tên azadkirin

Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, şervanên wan duh 16 gund li bakur û başûrê bajarokê Til Hemîsê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) radigihîne ku şervanên wan 16 gundên din li başûrê Qamişlo kontrol kirine û ber bi bajarokê Til Hemîsê ve pêşde diçin.

Li gor daxuyaniyeke navenda ragihandina YPGê, şervanên wan duh 16 gund li bakur û başûrê bajarokê Til Hemîsê ji destê çekdarên DAIŞê derxistine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di encama wê operasyonê de 50 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û gelek cenaze jî ketine destê YPGê de, herwiha 2 şervanên YPGê jî şehîd bûne.
 

Derbarê şerê li başûr û başûrê rojavayê bajarokê Til Temirê de, YPGê diyar dike ku di şerê duh li wê navçeyê de 47 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û 19 cenaze jî ketine destê YPGê.

Şevê din, Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Emîd Haşim Sîteyî ji Rûdawê re ragihand: “Şervanên YPGê li nêzîkî Başûrê Kurdistanê û bi piştevaniya topên Hêzên Pêşmerge û bombebarana balafirên hevpeymaniya navdewletî 25 km pêşve çûne.”

YPGê berî niha ragihandibû ku şervanên wan 40 gund li derdora Qamişlo û Cezayê ji destê rêkxistina DAÎŞê derxistin û 73 çekdarên wê rêkxistinê jî kuştine.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin