Li Rojava girtîyên DAIŞê hewl dan ji zindana HSDê birevin

Li Zindana Xuwêran a li Hesekê ku di bin kontrola Hêzên Sûrîyeya Demokratîk de ye, çekdarên girtî yên DAIŞê hewla revê dan. Li gor agahîyan, hejmarek girtîyên DAIŞê revîyane û Rêveberîya Xweser û HSDê hêzên zêdetir şandine herêmê.

Navenda Nûçeyan - Li girtîgeha Xuwêranê ya ku dikeve Hesekê û 5,000 çekdarên girtî yên DAIŞê lê diman, çekdarên DAIŞê hewla revê dan, lê li gor agahîyan hêzên ewlehîyê piştî demekê rewş kontrol kirine.

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê ragihand, êvara roja Yekşemê piştî ku girtîyên DAIŞî li Zindana Xuwêran a Hesekê dest bi nerazîbûnê kirin, hêzên ewlehîyê yên zindanê hewl dan rewşê kontrol bikin, lê belê di navbera herdu alîyan de alozî derket.

Li gorî zanyarîyan, di çarçoveya alozbûna rewşê de 4 girtîyên DAIŞê ji zindanê ber bi başûrê Hesekê ve revîyan û hejmarek ji girtîyên DAIŞî birîndar bûne.

Herwiha li gor zanyarî û dîmenên vîdeoyî yên ku li ser hesaba Navenda Enferomasyona Rojava hatine belavkirin, rayedarên HSDê li ber derîyê Girtîgeha Xuwêranê rawestîyane û dibêjin, “hejmarek çekdarên DAIŞê bi hinceta grevê di destpêkê de hewl dank u pasevan û garden li ber derîyê girtîgehê rehîne bigirin, piştî ku di wê hewla xwe de serkevtî nebûn, kamêrayên li girtîgehê şikandin û dest bi rûxandina dîwarên zindanê kirin.”

Berpirsê Ragihandina HSDê, Mistefa Balî jî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandîye, “hejmarek çekdarên DAIŞê ji Girtîgeha Xuwêranê revîyane.”

Mistefa Balî dîyar kirîye: “Çekdarên DAIŞê dîwarên hundir û derîyên li nav girtîgehê şikandin û dest bi ser qata yekem de girtin, hêzên Antî Terorê hewl didin serî rakirina DAIŞîyan kontrol bikin.”

Li gor agahîyan, ji ber bûyerê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberîya Xweser, hêzên zêdetir ber bi herêmê ve şandine. Hêzên HSDê li deverê tedbîrên ewlehîyê tundtir kirine û hemû rêyên hatinûçûnê girtine.

Li alîyekê din tê gotin, ku balafirên çavdêrîyê yên Hevpeymanîya Navdewletî li esmanê Hesekê difirin.

Rudaw

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da