Li Rojava Geşbûna Zanîngehê û îlmê ya biêş 

Siddik Bozarslan

Min li jor behs kiribû ku li Rojava ew heft zanîngehên ewil ku ava bûbûn, yek jê Zanîngeha Padova ye. Beşeka Zanîngeha Padova îro wek muze tê xebitandin. Dema hun di vê muzeyê da bigerin, hûn rastê dersxaneyek tên. Ev sinif (dersxane), çend derîyên wê yên mezin hene. Lê di vê sinifê da mînderên erdê yan jî sireyên ku xwendevan li ser rûnin, tune ne. Kursîya ku mamoste ders bide jî tune. Tenê di orta sinifê da maseyek heye. Maseyeka adedî ye. Dema hûn bi balkêşî li maseyê binêrin; li dereke maseyê qumçeyeke veşartî heye ku hûn ferq dikin. Dema hûn tilîya xwe bidin ser qumçeyê, mase vedibe, dibe du parçe. Cêb dertên meydanê. Di cêban da sikeletên mirov û lawiran / heywanan hene. Parçeyên cuda yên vucuda însên hene.  

Ji vê derê ev tê famkirin. Di wê demê da jêkirin ji laşê mirovî, rijandina xwînê û wd ku li ser were karkirin qedexe bû. Yên ku wan xebatan bikirana, li Dadgehên Engizisyonê dihatin mehkemekirin (darizandin).  

Li hemberê wê rewşê 4-5 keşîşên (rahib) ku digel hev baş kar dikirin û di nav lihevhatinek da bûn, bi şev dema manastir di xew da bû, dihatin ba hev û li wê dersxaneyê li ser parçeyên laşên mirovî yan jî yên lawiran xebat çêdikirin. Dema van xebatan dihatin kirin, ji keşîşan yek bi daîmî li pêşîya derî nobetê digirt. Dema ji rêvebirîya kilîseyê yan jî ji papazan yekî nêzîkayî ber bi sinifê bihataya, nobedarê li ber derî xeber didan yên hundur û keşeyan jî maseyê digirtin û her yek ji wan bi alîyek ve direvîyan. Berê hatibû tenzîmkirin ku kê bi kîjan alî ve bireve, hatibû kifşkirin. Ev karên veşartî (bi dizî) li hemberê rêvebirîya manastirê û li hemberê hevalên xwe dihat pêkanîn. Ji ber ku rahîbekî hevalên wan, dikaribû wê rewşê gilî bike.

Van xebatan, bi roj jî dihat çêkirin. Heman kar di demên serbest da jî dihat domandin. Dema ji rahîban yek ango ji hevalên wan yek nêzîkî ber bi sinifê bihataya, yên li ser kar bûn, hema di carek da masayê digirtin û dest bi xwendina Încîlê dikirin. Îlahîyek dixwendin ku bi ”Bavê me yê li ezman” dest pêdikir, dixwendin. 
Min, Zanîngeha Padovayê, muzeyê û Îtalyayê zîyaret nekirîye. Min ji nivîsarekî mamosteyek xwendibû. Cemal Taluğ ((Ankara Üniversitesi Eski Rektörü) Eleştirel Düşüncenin Önündeki Turnikeleri Kaldırmak, Mülkiye Dergisi, 2013  37 (2) s. 125-145.