Li Rojava 10 kesên din bi Koronayê mirin

.

 Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 73 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketin û 10 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa amarên 24 demjimêrên borî yên Koronayê belav kirin û diyar kir, 10 kesan canê xwe ji dest dane, ji wan 2 kes li Hesekê, 5 kes li Qamişlo û 3 kes li tebqayê ne.

Herwiha diyar kir, 73 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 13 kes li Hesekê, 7 kes li Qamişlo, 3 kes li Dêrikê, 5 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Amûdê, 20 kes li Reqayê û 23 kes li Dêrazorê ne.

Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, di 24 demjimêrên borî de 14 kes ji vê vîrusê baş bûne.

Bi vî awayî, hejmara kesên li Rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa Koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 16184 kesan, ji wan 615 kesan jî canê xwe ji dest dane û 1654 kes ji wê nexweşiyê baş bûne.


 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye