Li Rihayê şermezarkirinên DEDAŞ’ê mezin dibin

.

Cotkaran li dijî birîna ceyranê ya DEDAŞ’ê, li navçeya Kaniya Xezalan rê li trafîkê girtin û çalakî kirin. 

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî birîna ceyranê ya Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ku li Rihayê dest pê kirin, mezin dibin. Cotkaran piştî navçeyên Sêwreg, Hîlwan, Wêranşar û Xeliliyeyê îro jî li navçeya Kaniya Xezalan çalakî pêk anîn. Cotkarên ku rêya Kaniya Xezalan û Serêkaniyê li trafîkê girtin daxwazên xwe rêz kirin. Li Gundê Pekmezler ê cotkaran çalakî lê kir, gelek esker û wesayitên zirxî hatin bicihkirin. 

Di navbera cotkar û cendermeyên xwestin rê vekin de pevçûn derket. Cotkar Halîl Oldûbaş bi gotina “Ji min re faturayeke 500 hezar lîre derxistine. Berhemê min ziyan bû. Deynê min ê krediyê li bankê heye. Min 170 hezar lîre kredî kişand û da. Harran 7 lîre ye ez 17 lîre didim” bertek nîşanî DEDAŞ’ê da. 

Çalakiya cotkaran a girtina rê didome. 

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn