Li Rihayê şerê elektrîkê: 4 kes birîndar bûn

.

Li bajarokê Heran a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê ve di navbera tîmên kontrola elektrîkê û nîştecîhên taxekê de pevçûnek derket û  di bûyerê de 4 erkdarên kompaniya elektrîkê birîndar bûn.

Li gor nûçeya DHAyê, li du gundên Şeben û Abancurda yên ser bi bajarokê Heranê ve tîmên Kompanyaya Belavkirina Elektrîkê ya Dîcle (DEDAŞ) ji ber elektrîka neyasayî û nedana deynan xwest elekrîka wan gundan qut bike.

Hewldana karmendên DEDAŞê bo qutkirina elektrîka gundên Şeben û Abancurda rastî nerazîbûna nîştecihên wan gundan hat û welatiyan bi dar û keviran êrîşî tîmên elektrîkê kirin.

Li gor agahiyan di bûyerê de 4 erkdarên DEDAŞ birîndar bûn.

Piştî derketina aloziyan, hêzên cendirme bo wan gundan hatin şandin û ji bo qelebalixiya xelkê belav bibe, cendirmeyan fîşekên hewayî avêtin.

Piştre tîmên kompanyaya elektrîkê bi alîkariya cendirmeyan ji wan gund derketin.

Hatiye ragihandin, derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye