Li Rihayê lehî rabû: Gelek otomobîl li ber avê çûn

.

 Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê barana ku êvarî ji ji nişka ve barayî bandoreke neyînî li jiyana rojane ya xelkê kir. Herwiha li Gundê Xorzum ê ser bi navçeya Karakopryê ve jî barana gur bû sedema lehiyê û hinek otomobîl jî li ber lehiyê ketin.

Barana ku êvara îro  li Gundê Xorzum a navçeya Karakopruyê bariya, bû sedema ku lehî rabe.

Li Gundê Xorzumê gelek baxçe di bin avê de man û li ser rêyên gund jî çalên kûr çêbûn. Li cihê ku lehiyê herî zêde lê xist, otomobîl jî bi metreyan li ber avê çûn.

Herwiha li wê herêmê hinek dîwaran xwe li ber lehiyî negirt û hilweşiyan.

Piştî barana zêde, vê carê teyrok bi dijwarî barî. Teyroka ku li gelek herêman bi dijwarî barî, zirar da fisteqên hêj nehatine berhevkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye