Li Rihayê bo dema 30 rojan qedexe  

.

Li bajar û bajarokên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe bidawî nabin. Li parêzgeha Rihayê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha bo dema 30 rojan hatin qedexekirin.

Li gor daxuyaniyekê ku ji aliyê Parêzgariya Rihayê ve hatiye belavkirin, ji 27ê Çileya 2021 heta 25ê Sibatê li sînorê parêzgeha Riha, bajarok û navçeyên wê xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha bo dema 30 rojan qedexe ne.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bo parastina prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiya yên din, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku tenê ew çalakî dikarin bên kirin ku qeymeqamên sînorê parêzgeha Rihayê destûrê didin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye