Li Reqayê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li bajarê Reqayê teqînek çêbû û li gorî agahiyan di encamê de kuştî û birîndar hene. Herwiha îro piştî nîvro jî teqînek din li Reqayê çêbûbû, ku di encamê de kesekî canê xwe ji dest dabû û heft kes jî birîndar bûbûn.

Îşev li cadeya Nûr a bajarê Reqayê teqîn çê bû.

 

Herwiha dan xuyakirin, ku teqîn bi rêya otomobîleke bombekirî ve çêbûye.

 

Li gorî agahiyên destpêkê di encama teqînê de kuştî û birîndar hene, lê heta niha hejmara dirist a qurbaniyên vê teqînê di ber dest de nîne.

 

Herwiha hate ragihandin, îro piştî nîvro li cadeya Basil ku dikeve navenda bajarê Reqayê, otomobîleke bombekirî ya ji cure Sozokî teqiya, ku di encama vê teqînê de kesekî sivîl canê xwe ji dest da û heft kesên din jî birîndar bûn.

 

Hate gotin, 3 ji birîndarên teqîna li cadeya Basil a Reqayê, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bûne.

 

Li gorî zanyariyan, rêxistina DAIŞê jî berpirsatiya encamdana herdu teqînên îro yên li Reqayê girte ser xwe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin