Li Ranyayê 6 welatî hatin kuştin, 103 birîndar hene!

Çalakiyên ku doh destpê bûbûn îro jî berdewam in. Hate ragihandin ku li Ranyayê 6 welatî hatin kuştin û 103 ji wan jî birîndar bûne. Her wiha di çalakiyên li Koyê jî welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyên destpêkê, hatibû gotin, ku di encama aloziyan de hejmarek kes birîndar bûne, lê piştre yekemîn daxuyaniya fermî li ser bûyerên îro yên li Raniyeyê hat, ku li gor vê daxuyaniyê di xwepêşandana Raniyeyê de kuştî jî hene.

 

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Raniyeyê, Teha Mihemed di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand: “Di xwepêşandana îro Sêşemî ya li Raniyeyê de 5 kesan canê xwe ji dest dane û 80 kes jî birîndar bûne.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin