Li Qoser û Amedê teqînên dijwar

Di encama teqînan de mirî û birîndar hene

Di 8ê tebaxê li dora saet di 18.40'an de li taxa Aştî ya navçeya Qoser a Mêrdînê li pêşberî Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê li dijî serwîsa polîsan a zirxî bi wesayîteke bombebarkirî bombeyek teqîya. Di encama teqînê de herî kêm 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û li gel polîsan nêzî 50 kes jî birîndar bûn.

Di heman rojê de li dora saet di 19.20  li navçeya Sûr a Amedê li nêzî Pira Deh Derî teqînek gelek bi şîddet pêk hat û teqîn li tevahiya bajêr hat bihîstin.

Li gor agahîyên Walîyê Diyarbekirê di teqînê de 5 kesên medenî jîyana xwe ji dest dane û 5 kes ji wan polis 12 kes birîndar bûne.

Hat ragahandin ku di teqîna Sûr a Amedê de ji malbata Yildirim 5 kes jîyana xwe ji dest dane, ji wan du zarok in; Behiye Yıldırım (52), Derya Yıldırım (23) Demet Yıldırım (31) Oğuz Kaan (8) û Ceylinaz (3) 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin