Li Qersê lehî rabû: Jinekê canê xwe ji dest da

.

Li  navçeya Qaqizmanê ya ser bi parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ve ji ber barana zêde lehî rabû û di encama lehiyê de jineke bi navê Meryem Nazik canê xwe ji dest da.

Bi destpêkirina barana zêde û bagerê li navçeyên Qamûşan û Qaqizmanê yên parêzgeha Qersê lehî rabû.

Li gor agahiyan, li gundê Dibekkaya yê ser bi navçeya Qaqizmanê ve jinek bi navê Meryem Nazik ku 30 salî bûye, piştî barîna baraneke zêde bi armanca lêgerîna kurê xwe dema daketiye qiraxa çem, lê ji nişkê ve lehî radibe û wê bi xwe re dibe.

Piştî çend demjimêran termê Meryem Nazik a 30 salî li gundê Akçay ku 25 kîlometreyan dûrî gundê wê ye, hatiye dîtin.

Termê Meryem Nazik bi armanca otopsiyê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qaqizmanê hatiye veguhestin.

Li navçeya Oltu ya ser bi Erziromê ya Bakurê Kurdistanê ve jî ji ber baran û bagerê minareya mizgeftekê ku ji dar bûye, şikestiye û li heman taxê banê gelek xaniyan jî hate xwar.

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin