Li Qamişloyê gireva biçîbûnê

Li Qamişloyê gireva biçîbûnê

Li Rojavayê Kurdistanê nerazîbûna li himberî girtina mixalifên rejîma PYDê zêde dibe. Hêzên mixalif ku di nava ENKSê de hatine gel hev di Cejna Qurbanê de li gelek bajar û bajarokên Rojava bi armanca şermezarkirina girtina û daxwaza berdana girtiyan, çalakiyên cuda lidar xistin.

ENKSê li Hesekê, Amûdê,Dirbêsiyê û Girkê Legê xwepêşandan li Qamişloyê jî gereva birçîbûnê lidar xist. Herweha malbatên girtiyan jî bi bangê ji rayagiştî re berdana ehlên xwe kirin.

Li gorî agahiyan bêtirî 20 kes beşdarî greva birçîbûnê ya li Qamişloyê bûne û doza berdana girtiyên siyasî dikin.

Herweha komek ciwan jî li bajarê alman Nurnbergê ketin greva birçîbûnê û kiryarên rejîma PYDê şermezar dikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin