Li Qamişloyê 'Bexçeya Xwendinê' hat vekirin

Roja înê 1ê Sibatê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di bin navê "Bi xwendinê civak nû dibe" de li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo "Baxçeyê Xwendinê" vekir.

Baxçeyê Xwendinê ji aliyê helbestvan û lêkolînerê Kurd Salihê Heydo ve hat vekirin, piştre perde ji ser çar peykerên li nav baxçeyê hat rakirin ku peykerên her çar helbestvan û nivîskarên navdar ên Kurd Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Osman Sebrî û Mûsa Enter hatine danîn.

 

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê di daxuyaniya vekirina Baxçeyê Xwendinê de ragihand: “Armanca vekirina vî baxçeyî ew e ku xwendina di nav ciwanan de pêş bixin û hezkirina xwendinê di nav civakê de zêde bibe.”

 

Herwiha peykerên helbestvan û nivîskarên navdar ên Kurd, Cegerxwîn, Şêrko Bêkes, Osman Sebrî û Mûsa Enter li Baxçeyê Xwendinê hatin danîn.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")