Li Qamişlo şer careke din destpê kir  

.

Çekdarên Dîfaa El-Wetenî ango Berevaniya Nîştimanî ya girêdayî artêşa Sûrî careke din bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê şer derxistin. Peyamnêra Rûdawê ragihand ku kolan bi kolan şer destpê kiriye.

Piştî agirbesta bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê, çekdarên ser bi Sûriyê li Qamişlo dîsa agirbest binpê kirin,  hat zanîn ku çekdarên Berevaniya Nîştimanî gule li Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li kolana El-Wehda ya li kêleka taxa Teyî berdane.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bersiva wan dane  ji aliyê din Li taxa Qidûrbeg a li rojhilatê Qamişloyê topek li malekê ket.

Top li malekê li nêzî mizgefta Şêx Îbrahîm Heqî ket.

Heta niha tu agahî der barê ziyanan de nehatin bidestxistin.

Şerê pêr bi şev li Taxa Teyî ya Qamişloyê derketibû, piştî agirbesta bi navbeynkariya polîsên leşkerî yên Rûsyayê rawestiyabû.

Roja çarşemê, şandeke serbazî ya Rûsî ligel herdu aliyên şer civiya bû û hewla gihaştina bi rêkeftinekê dabû, lê hewlên Rûsî serî negirtin, lewma ji derdora demjimêr 12ê nîvê şevê û heya piştî demjimêr 2yê ser sibehê, şer û pevçûn tund û dijwar bûbûn.


 

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin