Li Qamişlo şandên Amerîka û ENKSê civiyan

.

 Şandeke Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) îro li bajarê Qamişlo ligel Cîgirê Şanderê Amerîkayê yê ji bo karûbarên Sûriyê David Brownstein hevdîtin pêk anî.

Di civînê de, encamên hevdîtinên Brownstein ên li Başûrê Kurdistanê hatin nirxandin.

Li gor zanyariyan, berpirsê Amerîkî di vê civînê de ragihandiye, hevdîtinên wî li Hewlêrê erênî bûne û tekez kiriye, ku serokatiya Başûrê Kurdistanê piştgiriya danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê dike.

Endamê Encûmena Serokatiya ENKSê Fêysel Yûsif ku di civînê de beşdar bûye, ji Rûdawê re got, “Me behsa wê yekê kir ku astengiyên li pêşiya diyaloga Kurdî-Kurdî bên rakirin û me tekezî li ser wê yekê kir ku careke din danûstandinên ENKS û PYNKê dest pê bikin.”

Sekreterê Partiya Çep a Demokrat a Kurd, Şelal Gedo jî têkildarî civîna îro ya ENKSê û şandeke Amerîkî de ji Rûdawê re ragihand, “Amerîka ciddî ye di mijara dubare destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî de û Brownstein hatina wî bo Başûrê Kurdistanê û hevdîtinên wî bi serkirdeyên Hikûmeta Herêmê û Serok Barzanî û Serokê Herêmê re dikete vê çarçoveyê. Diyar e a niha biryara Amerîkayê her ev e ku careke din ew goftûgo û diyalogana destpê bikin.”

Çavkanî: Rûdaw

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye