Li Qamişlo di navbera hêzên hikûmetê û Asayîşê de şer derket

.

Di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayîşê de şer û pevçûn derket 

 Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayîşê de şer û pevçûn derket.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih ragihand ku li Qamişlo di navbera Hêzên Berevaniya Niştimanî ya ser bi hikûmeta Sûriyê û hêzên Asayîşê ya ser bi Rêveberiya Xweser de şer derket û diyar kir ku ji ber şer û pevçûnê endamekî Asayîşê canê xwe ji dest daye û heta niha nayê zanîn çend kes birîndar bûne.

Peyamnêrê me eşkere kir ku şer di demjimêr 21:00ê de li taxa Dewara Wehde rûda û endamê Asayîşê yê bi navê Xalid Hacî canê xwe ji dest da.

Herwiha ragihand ku hêzên Asayîşê li cihê bûyerê ji bo her egerekê ketine amadebaşiyê.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye