Li Paytexta Swêdê Stockholm 70 saliya PDK-Iraq hat pîrozkirin

Heyetek ji Partiya Azadiya Kurdistanê PAK jî beşdarî pîrozabahiya PDK bû

Aheng ji aliyê Komiteya Swêdê ya PDK hatibû amadekirin . Gelek partiyên siyasî , komele, dezgeh, û  kes mêvan bûn.  Di nav mêvanan de,  Berpirsiyarê KRG -Kurdistan Regional Goverment Soreş Rahim Kader, sefaretê Iraqê ya federal  li Swêdê  Bekir Fetah,  Komîteya  Hevkarî ya Hêzên Siyasî yên Kurd û Kurdistanî li Swêdê, YNK, Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û gelek , kesasiyet hebûn.  Axaftin hatin kirin, gelek birûsk ji aliyê  partiyên siyasî, komele, dezgeh û kesayet hatin xwendin.

Hunermend, Hesen şerîf, îbrahîm Zaxoyî û şerzad Zaxoyî bi stranên xwe aheng geş kirin.

Heyetek ji Partiya Azadiya Kurdistanê PAK  jî beşdarî pîrozabahiya PDK bûn. Beyana PAK ê ya pîrozbahiyê bi kurtahi weha bû: ”PDK bi tekoşîna xwe yên 70 salên çûyî de ispat kir, ku li başûrê Kurdîstanê yek ji hêzeke esasî ye. Damezrandina Kurdistanek Federe de, roleke esasî lîstîye û ji bo Kurdîstanek serbixwe jî, pêşkêşîyê dike.  Em hêvî dikin, zutîrîn roj partîyên başurê Kurdistanê werin cem hev û li ser prosesa serxwebûna Kurdistanê li hev bikin, ku xeyala me yên bi hezaran sal bi cîh bînin.”
   
Roza Kurd 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin