Li Pasûrê operasyona leşkerî: Ji gundiyan agahî nayê wergirtin

.

 Li çoltera gundê Eskara Pasûrê operasyona leşkerî ku hatibû destpêkirin didome û ketin û derketina ji gund hatiye girtin. 4 roj in şebekeyên telefonan hatiye birîn û ji gundiyan agahî nayê wergirtin. 

Roja ewil a cejna Remezanê di 13'ê gulanê de li çoltera gundê Eskara bi ser navçeya Pasûra Amedê ve operasyona leşkerî hatibû destpêkirin û didome. Hat zanîn ku di operasyonê de darên li çolterê tên birîn. Hat ragihandin ku bi beşdariya tîmên taybet û cerdevanan 4 roj in operasyon didome. Li herêmê şebekeyên telefonan hatine birîn û 4 roj in agahî ji gundiyan nayê wergirtin. Ketin û derketina ji gund qedexe kirine û xizmên gundiyan ên li bajaran ev 4 roj in xwe nagihînin wan. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye