Li parlamentoya Tirkiyê li ser zimanê Kurdî nîqaş derket

.

 Li parlamentoya Tirkiyê di navbera parlamenterên HDP û AK Partiyê de li ser zimanê Kurdî nîqaş derket û yek ji parlamanterên HDPê tekez kir, di serdema hikûmeta AK Partiyê de astengiyên li pêş Kurdî zêdetir bûne û ketiye rewşa zimanekî qedexekirî.

Li Lîjneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê di dema gotûbêjkirina hejmareke projeyasayan de, di navbera parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) de li ser zimanê Kurdî nîqaş derket.

Parlamentera HDPê ya Amedê Dersîm Dag got, berevajî ku zimanê Kurdî di serdema desthilata AK Partiyê de sebesttir bibe, astengiyên li pêş zêdetir bûne û ketiye rewşa zimanekî qedexekirî.

Wekîlê Serokê Fraksiyona AK Partiyê Cahît Ozkan li ser van gotinan behsa hebûna kenaleke dewletê ya bi zimanê Kurdî kir û got, Kurdî ne qedexe ye û hemû welatiyên Tirkiyê xwedî heman mafî ne.

Wî parlamenterê AK Partiyê amaje bi alîkariyên Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî yên ji bo hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir û got, “Me duh behsa Helebcê kir. Ew ên ku çek ji bo Sedam Husên dişandin ku ew xiyanet kir, îro heman çekan bo PYD, YPG û PKKê dişînin. Xiyanetê li biratiya Kurd, Ereb, Tirk û Tirkmenan dikin.”

Wekîla Serokê Fraksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş jî li ser van gotinan got, gava dema wê hat, desthilat “edebiyata biratiyê” dike û tekez kir, “Eger gelê Kurd bi zimanê xwe neaxivîba û heta îro neanîba, ti gav nedihatin avêtin. Ew a ku têkoşîna biratiyê û wekheviyê dide, Partiya Demokratîk a Gelan e.”

Piştî van gotinan jî nîqaş û şerê devkî di navbera parlamenterên herdu partiyan de li ser vê mijarê berdewam bûn.

Herwiha Meral Daniş Beştaş nerazîbûn nîşanî parlamentera AK Partiyê ya Amedê Oya Eronat da û got, “Tu rûreşa gelê Kurd î.”

Wekîlê Serokê Parlamentoyê Nîmetullah Erdogmuş, piştî ku nîqaşên di navbera aliyan de zêde bûn, navber da civîna lijneya giştî.

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be