Li park û meydana rakirina nav û sembolên kurdî

Mahmûd Kilinc

Duh dostekî di telefon da digot, te hay jê heye, siyaseta HDPê ya tirkîyebûnê berhemên xwe dan, min jê pirsî çi bû, çi qewimî, dostê min bersiva min da, ku li Taksîm'a Stenbulê girsekî mezin li dijî rakirina peykerê Ehmedê Xanî li Bazid'ê xwestiye mîtingekê lidar bixe, lê polîs nehiştiye, êrişî ser wan kiriye û jihev belavbûne!

Dema axaftina dostê min qedîya min fam kir, ku ew tinazên xwe bi siyaseta tirkîyebûnê dike, ji ber ku ez baş çapemeniyê dişopînim, min ti nûçeyên wiha nedîtibûn, tenê nûçeyek hebû LBGTÎ'yan xwestibû bi navê "onur yürüyüşü" çalekiyekê lidarbixe, lê polîs rê nedabû.

Li Tirkîye'yê du welat hene, di hêla aborî û standartên civakî da rojavayê Tirkîye'yê çendin car ji bakurê Kurdistan'ê geşedantir û pêşdatir e, wekî ferka di navbera Yewnanîstan û welatekî Rojhelata Navîn da, lê di hêla siyasî da, ango di hêla hestyarîya civakî da berevajî vê ye.

Siyasetvan, çalekvan, têkoşer û rewşenbîrên Kurd di ber demokrasîbûna Tirkîye'yê da gellek bedel dan, hêj jî didin, lê li rojavayê Tirkîye'yê bona zorûzilma li ser neteweya Kurd, li dijî qetlîaman, li dijî wêrankariyê, li dijî "kuştinên fail nedîyar" ku em dizanin bi dest û fermana kî û kîjan êwirgehên (mahfîl) veşartî hatin kirin, mixabin me bertekên berfireh nedîtin.

Ez bawerim ku emê nebînin jî, jexin dostên Kurdan ku ew jî bi qasî tilîyên desta ne, heta îro li dijî bêsincî û bêqanûnîya li ser Kurdan ti bertekên balkêş nehatin dîtin.

Piştê hilbijartina 7î pûşberê hikûmet li Kurdan hat xezewê, prowokasyon hatin kirin û PKKê jî amedebû ji handana şer û pevçûnan ra; bi encam, di hilbijartina 1î mijdara sala 2015an da AKPê tenê bi serê xwe bû desthilat.

Êdî ti asteng li ber nemabû, ji şaredarîyan dest pê kir, yek bi yek serokên şaredarîyan ji kar hatin dûr xistin û desteserkirin, li şûna wana hikûmetê kayyim pişand, piranîya kayyiman parêzgar an qaymeqamê navçeyê bûn.

Kayyiman bi rakirina nav û sembolên kurdî dest bi kar kirin, bo mînak kayyimê şaredarîya Amed'ê, bi rakirina navê "Amed'ê" ku li ser dîwarê şaredariyê hatibû nivîsin, dest bi kar kir.

Kayyiman li pêy hev biryarên wiha stendin, navê parkan guhertin, peykerên hatibûn daçikandin rakirin, hinek ji wana şkandin; bo mînak li Cizîr'ê peykerê Orhan Dogan, li Amed'ê peykerê Ahmet Arîf, li Qoserê peykerê Ugur Kaymaz, dîsa li Amedê bîrdara (abîde) Roboskê'yê û ya dewleta Merwanîyan, hinek mînakên ji van dijberî û bêtehemuliyê ne.

Dixwazin bi bîra we xim, Ugur Kaymaz'ê deh salî bi sêzde gullayan hatibû kuştin, dema ku ji hikûmetê hat pirsîn Ugur'ê deh salî bûbû "terorist".

Di rojên dawî da jî li Bazid'ê peykerê Ehmedê Xanî hat rakirin, kayyimê şaredarîya navçeya Bazid'ê peykerê ku berê li parka Ehmedê Xanî hatibû daçikandin rakir.

Ger hun bala xwe bidinê, her roj nav û sembolekî ku dîrok, wêje û çanda Kurdî bi bîra me dêxe tên rakirin, mebest dan jibîrkirin û bêganekirina civakê ji nirxên xwe ye.

Dûrxistina civakê ji nirxên neteweyî ye.

Her çiqasî şaredariyên ser bi HDPê va ev xizmet kiribin jî, ew sembol û nirxên neteweyî ne, bo mînak Ehmedê Xanî û bermahîyên dewleta Merwaniyan ne malê ti partîyan in.

Li hêlekê bişavtinek (asimîlasyon) bihêz, li hêla din li park û meydana rakirina nav û sembolên kurdî.

Îro li bakurê Kurdistan'ê dibistan wekî aşê bişavtinê kar dikin, zarokên Kurd tên helandin, ji malbat, ji xism û nasên xwe, ji çanda xwe, ji civatê tên bêgane kirin.

Bi vî awayî rêya bişavtinê xweş dibe, hemû asteng radibin, bi sedan kanalên telewîzyonan, bi hezaran kovar û rojnameyan, di navbera çend gundan da dibistanek û zarok ji gundên xwe tên veguhestin, bona perwerdeya bi ziman, çand û dîroka Tirkî.

Mebest ji holê rakirin e, ha bi çek ha jî bêçek, amanc yek e, ger bi vî avayî here heta 30 salên din kesên ku bi Kurdî diaxifin dê dakevin rêjeya 10%.

Mixabin li bakurê Kurdistan'ê jî zimanê Tirkî bûye zimanê serdest, êdî li kolanên gundan, di nav bağ û bahçeyên bakurê Kurdistan'ê da dengên Tirkî têt bihîstin.

Li hemberî vê bêtehemulêyê divêbûna ji rêxistinê AKPê yên li bakurê Kurdistan'ê û ji parlementerên di nava vê partiyê da deng jê derketa, nerazîbûna xwe eşkere bikirina.

Rewşa vê partiyê ya deh salan berê û ya îro ne wekî hev in, vê guhertina AKPê herkes dibîne, di hilbijartinan da Kur'ana kurdî li meydanan, li ser dikê mitîngan dihat li banî kirin, lê îro...?

Wiha dixuye, ku kurte demek şûnda, nedûr e ku Kur'ana bi kurdî dê bêt rakirin û qedexe kirin.

Stratejîya AKPê gav bi gav e, hemû biryara bi carekê va nayen stendin, berevajî vê li bakurê Kurdistan'ê jihevbelavbûnek siyasî heye, bawerin hinek derdorên siyasî difikir ku hikûmet êrişî şaredariyên HDPê dike, lê rastî ne wiha ye..., îro şaredarî di destê HDPê da ne, lê siba...?

"Ger em nebin yek,

emê tine bin yek bi yek."

 

*    *

Bila cejna rojiyê pîroz be.

Mahmut Kilinc

26.06.2017/Semsûr