Li parêzgeha Wasit a Iraqê xwepêşandan dest pê kir

.

Li parêzgeha Wasit a Iraqê, bi daxwaza destjikarkişandina parêzgar, xwepêşandan dest pê kir.

Li Wasitê, xwepêşanderan 10 roj mohlet dabûn parêzgar Mihemed Cemîl Meyahî û ew mohlet bi dawî bû. Ji ber vê, careke din xwepêşandan dest pê kir, çendîn rê û cade hatin girtin û konên grevê hatin vedan.

Herwiha çend saet piştî dîtina çalakvanekî li goristaneke Kerbela destê wî hatibû girêdan, ku berê hatibû revandin û îşkencekirin, li parêzgeha Necefê jî hewla kuştina çalakvan Ehmed Hilw hat dayîn û birîndar bû.

Peyamên çalakvanan ên li ser torên civakî belav kirine didin zanîn, biryar e li Bexda û Zîqarê jî xwepêşandan dest pê bikin.
 

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin