Li PAKa Batmanê şîna şehîdên Rojhilatî hat danîn

Li Batmanê şîna şehîdên Koyê yên rastî êrîşa moşekî ya Dewleta îranê hatibûn û şehîd ketibûn û 3 xortên hatibûn sêdarkirin, li Teşkîlata Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê, hate danîn.

Şîna şehîdên Rojhilatî li Bakurê Kurdistanê didomin. 

Li Teşkîlata Batmanê ya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), PDK BAKUR û PAK, digel rêvebir, endam û dostên xwe, bo şehîdên Rojhilatî yên ku di êrîşa Dewleta Îranê ya li dijî Baregehên HDK û PDKÎ şehîd ketibûn û herwiha sê ciwanên kurd, Ramîn Huseyn Panahî, Zanyar Mûradî û Loqman Mûradî, şîn danî.

Di şînê de Nivîskar Seîd Temel got "Ger dewleta me hebûna ev êrîş pêk nedihat!" û bale kişande ser yekîtiya kurdan û got: "Ez hêvî ji partiyên kurdan dikim, heta em nebin yek em ê van tiştan zahf bibînin."

Di taziyê de bo şehîdên Koyê û ên sêdarkirî dia hatin xwendin û rola wan a di doza azadiya Kurdistanê de hatin şîrovekirin. Li ser vê yekê Helbestvan Seydayê Gûrdilî (Mela Îmadettîn Yetîz) got: "Înşela wê cennetî bin, merivên şehîd, namirin, di rêya şerefê de çûn, bi zilmê çûn. Ev welatperwer bûn, pêşmerge bûn. Dawa heqê xwe dikirin. Wekî Tehsîn Taha gotiye 'Miletê kurd  namire/ Ew ji mirinê mestir e...Bila herkes bizanibe miletê kurd ji mirinê mezintir e. Ne enfal, ne kîmyasal..."

Serokê Teşkîlata Batmanê yê PAKê Aziz Özdemir jî got: "Her çar perçeyên Kurdistanê yek in û êş û elemên me jî yek in. Bi vê hestê ev êrîşa hovane ya ku li Koysancaqê hatî kirin, şehîd û birîndarên me gelek bûn, me xwest em êşên xwe bi taybet bi Rojhilatî re parve bikin. Bo vê yekê me weke PAK û PDK Bakur bi hev re  şîn danî. Her wiha îranê 3 ciwanên me darve kir. Me xwest bi tevahî em şîna wan bigirin û êş û elemên xwe bi malbat û xelkê Rojhilata Kurdistanê re parve bikin."

Özdemir li ser helwesta Îranê jî got: "Îranê û dagirkerên din dixwazin mafên rewa yên gelê kurd tune bihesibînin. Lê bila Îrana hov jî dagirkerên din jî bizanibin bi kuştin û jenosîdan nikarin rê li ber doza azadiya Kurdistanê bigirin."

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin