Li Ormiyê kolberek xeniqî yek jî ji ber sermayê can da

Li herêma Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê 2 kolberên kurd ji ber rûdanên sirûştî canê xwe ji dest dan.

Dezgeha mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, duh dema kolberekî kurd bi navê Osman Remezanî dixwast ji çemê Nokan, ku dikeve aliyê Başûrê Kurdistanê, derbas bibe, xeniqî.

Li gorî agahiyên Hengawê, ew kolber xelkê gundê Dawûdava yê bajarê Serdeştê bû.

Ji aliyekî din, du roj berê termê kolberekî kurd li devera Selmas ya Rojhilatê Kurdistanê, ku ji ber sermayê can dabû, hat dîtin. Navê wî kolberî Eyûb Emînî bû.

Bajarên Serdeş û Selmasê girêdayî eyaleta Ormiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin