Li Ormiyê 5 welatiyên Kurd hatin bidarvekirin

5 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di zîndana navendî ya Ormiyê de hatin bidarvekirin, ku yek ji wan jin e.

Li gor Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê, ew pênc welatiyên Kurd, bi tometa kuştina biqest cezaya bidarvekirinê liser wan hatibû sepandin û doh di zîndana navendî ya Ormiyê de hatine bidarvekirin.

Wê rêxistinê da zanîn, ku yek ji wan jin bû û wê navê Zeyneb Sikanwend bû. Zeyneb di dema encamdana tawanê de temenê wê 17 salî bû û 7 sal in jî di zîndanê de girtî bû.

Beriya bicihkirina sizayê bi rojekê, Rêxistina Lêborîna Navdewletî Amnesty International di daxuyaniyekê de, daxwaz ji berpirsên Îranê kiribû, cezaya bidarvekirina Zeynebê rawestînin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin