Li Norwêcê ji malbateke Efrînî 3 keç û dayika wan bûne qurbanî

Malbateke ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li Norwêcê rastî bûyereke şewatê hat û di encama bûyerê de 3 keç û dayika wan şewitîn û canê xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Bûyer li bajarê Bergenê yê Norwêcê û roja Sêşemê 7ê vê mehê çê bûye.  Li gor zanyarîyan, dema ku agir bi mala wê malbata Kurd ketîye, bav û dê û kurê mezin û 3 keç, bi giştî 6 kes li malê bûne û tenê yek ji wan li derve bûye.

Ew kesên ku li malê bûne, di xew de bûne. Bav, ku navê wî Fehed Mihemed Osman e, bi dengê hawara hevjîna xwe şîyar bûye û dîtîye ku hundirê malê tijî dûman bûye û agir bi mala wan ketîye.

Di bûyerê de, keçeke Fehed Mihemed Osman a bi navê Rojhilat ku 10 salî bûye, di cih de jîyana xwe ji dest dide.

Herwiha 2 keçên wê malbatê yên bi navê Nûrcan 15 salî û Nûjîn 8 salî û dayika wan a bi navê Melek Mihemed Horo ay 42 salî jî radikin nexweşxaneyê, lê belê piştre ji ber dijwarîya birînan canê xwe ji dest didin.

Ew malbata 7 kesî ji gundê Xilolke yê ser bi nahîyeya Bilbilê ya Efrînê bû.

Îro bi merasimekê bi beşdarîya xizm û kesûkarên wê malbatê û herwiha hejmarek Kurdên niştecihê Norwêcê, termên wan kesan bi axê hate spartin.

Rudaw

 

 

 

Avrupa Haberleri

Carol Prunhuber pirtûka xwe “L’impossible Kurdistan”a ku li ser jiyana Qasimlo û tevgra kurdî ye li Enstîtuya kurdî ya Parîsê da
Emmanuel Macron: Dibe ku em leşkeran bişînin Ukraynayê
Putin wekî Serokê Rûsyayê tê hilbijartin
Polîs avêt ser şaredariya Parîsê
Yekîtiya Ewropayê li Deryaya Sor dest bi operasyonekê kir