Li Nisêbîna Merdînê qedexeya derketina derve

Li navçeya Nisêbîna Merdînê bi hinceta operasyonan li gundê Kertwênê (Duruca) qedexeya derketina derve hat ragihandin. Hat payin ku di çarçoveya operasyonê de li gellek malên gundan serdegirtin hatiye kirin.

Walîtiya Mêrdînê daxuyand ku li gundê Kertwênê (Duruca) ya girêdayî Navçeya Nisêbînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.

Di daxuyaniyê de sedema qedexekirinê wek operasyonên leşkerî hatin destnîşankirin. Her wiha qedexeya derketina derve, heta daxuyaniyek duyemîn wê berdewam bike.

Piştî biryara qedexeyê li herêmê tevgerdariyê da destpêkirin û hat payin ku di çarçoveya operasyonê de li gellek malên gundan serdegirtin hatiye kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin